Komîsyona peywendîyên derve ya parlamana Tirkîyê îro Pêncşemê nîqaşa ser endamtîya Swêdê ya li NATO paş xist.
Serokê komîsyonê Fuat Oktay dîyar kir ku komîsyon wê ser endamtîya Swêdê danûstandinan bike û dibe ku ew hefteya pêş dîsa ser endamtîya wî welatî bicive.
Oktay ser dema civîna jibo endamtîya Swêdê agahîyeke zelal neda.
‘’Divê hemî parlamanterên me jibo endamtîya Swêdê ya li NATO hevbîr bin ku wê yekê bipejirînin. Emê ser hemî mijaran di civîna pêş de biaxifin.’’
Oktay dîyar kir ku ger qanûnên parlamanê rê bidin û hewce be ewê bang li balyozê Swêdê bikin ku brîfîngekê bide parlamanteran.
Komîsyona peywendîyên derve ya Tirkîyê dikare bernivîsê bi piranîya dengan bipejirîne.
Swêd û Fînlandîya piştî Rûsya sala borî dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû serî li NATO dabûn ku bibin endamên hevpeymanîyê.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê demê dîyar kiribû ku Swêd û Fînlandîya jibo terorîstan mazuvanîyê dikin û jiber toleyên ser bazirganîya berevanîyê jî bertek nîşan dabû.