Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Pêncşemê ji Reutersê re got ku ger hewce be, ewê li Îraq û Sûrîyê wê operasyonên xwe yên leşkerî zêdetir bikin.
Wî karbidestî got ku li gor hiqûqa navnetewî û xweparastinê mafê Tirkîyê heye ku jibo ewlehîya sînorên xwe operasyonan bike.
Di 12’ê Rêbendanê de, li Herêma Kurdistanê di navbera çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hezên Tirk de pevçûn derketin û Enqerê kuştina 9 leşkerên xwe ji bîragiştî re ragihandibû.
"Wê rojê endamên PKK’ê bi saya rewşeke xirab ya hewa û mijê, li herêma Zapê dijî çend bingehên Tirkîyê êrîşên hevdemî pêk anîn, lê bilî yek, hemû êrîşên PKK’ê ji alîyê artêşa Tirkîyê ve hatin asteng kirin," wî karbidestî got.
PKK jî gotibû ku di 12’ê Rêbendanê de 61 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Tirkîyê, dû re wek beesîvdana wan êrîşana, dest bi pêleke êrîşên esmanî pêk li Îraq û Sûrîyê kiribû û li gor Enqerê 77 çekdarên PKK hatine kuştin.
Tirkîye ji 2019’an vir ve, li Herema Kurdistana Îraqê dijî PKK’ê operasyoneke bi navê "Pençe-Kilît" didomîne û li bakurê Sûrîyê jî dijî YPG’ê êrîşên leşkerî pêk tîne.
Jêder: Reuters