Rojnameya New York radigihêne ku hejmara kesên ku di erdhejên hêzdar de mirine, giheşt herî kêm 6,200 kesan ku 4544 ji wan li Tirkîyê û dora 1700 jî li Sûrîyê ne.
Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihandibû ku heta niha 4 hezar û 544 kes di erdhejî de mirine û 26 hezar û 721 kesên din jî birîndar bûne.
Berpirsê Rewşa Tengavî ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Dr. Gerald Rockenschaub hişyarî da ku bi derbazbûna her kêlîyekê îhtîmala zindîmayîna qurbanîyan kêmtir dibe.