Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Devera Til Rifet Topbaran Dike, Artêşa Sûrî Bersîv Dide


Artêşa Tirk îro Çarşemê careke din bajarokê Til Rifet topbaran kir û êrîşeke dronî pêk anî.

Ev yek piştî şevekê ye ku artêşa Tirk herêma Şehba û nahîyên Şera û Şêrewa yên Efrînê bi dijwarî topbaran kirin û di encamê de hejmareke sivîlên derbiderên Efrînî birîndar bûn.

Jêderên leşkerî yên xwecîhî ragihand ku artêşa Tirk ji bingehên xwe yên li Meryemîn, Marê û Çîyayê Parsayê bi nêzî hezar top û mûşekan dever armanc kiriye.

Cîhên ku hatine armanc kirin wiha ne:

Li nahîya Şêrewa, gundên Bênê, Aqîbê, Zaretê û Dêrcimêlê.

Li nahîya Şera, gundên Şiwarqa, Elqemîyê û Marenaz.

Li herêma Şehba, bajarokê Til Rifet û gundên Minix, Eyndeqnê, Bêlûnîyê, Hirbil, Şêxîsa, Kefernaya, Til Medîq.

Derbarê encamên vê topbaranê de jêderên saxlemîyê ragihand ku hemû jin û zarok bi giştî 6 kes birîndar bûne û ew ji naxweşxaneya Avrîn re hatine veguhestin.

Li hember vê topbarana artêşa Tirk, artêşa Sûrî bersîv da û bi çend mûşekan xaleke artêşa Tirk li gundê Enabkê û bingeha wê ya li Kilcibrînê ya Ezazê armanc kirin.

Di bersîvdana artêşa Sûrî de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Sûrî bi bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku provakesyonên artêşa Tirk li bakurê Sûrîyê zêde bûne û ew amade ye bergirîya her êrîşeke Tirkîyê û komên bin kontrola wê bike.

Hevdema vê topbarana artêşa Tirk û ya Sûrî de, tevgera esmanî ya firokên Rûsî jî hebû ku bê ku ti êrîşekê pêk bîne, li ser herêmên bakurê Helebê difirî.

Hêjayî bi bîrxisitinê ye ku ev qewimandinên leşkerî di wê demê de tên ku gefên Tirkîyê yên êrîşkirina bakurê Sûrîyê didomin û her du herêmên Minbic û Til Rifet weke armanc destnîşan kirine.

NR_07_27_2022_Topbaran_Şehba
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG