Wezîrê Bazirganî yê Tirkîyê Omer Bolat îro Pêncşemê got ku Tirkîye çaverê ye ku Qesira Sipî ya bin Donald Trump baca li ser derfirotinên pola û tekstîlê kêm bike.
Bolat herwiha got ku ew wek Enqerê li bendê ne ku serdema duyê Trump jibo hewcedarîyên pîşesaziya berevanî ya Tirkîyê sûdewar be.
Wî herwiha geşbînîya xwe dîyar kir ku Washington bandorên neyînî yên ser bankayên jiber ambargoyên têkildarî Rûsyayê siviktir bike.
Serketina xurt ya Trump ya di hilbijartinan de bû sedem bilindbûna nirxê lîreya Tirkîya hember dolara Amerîkî û endeksa borsaya Stenbolê jî ji sedî 3 zêde bû.
Jêder: Reuters