Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Di Êrîşa Esmanî ya Tirkîyê de 3 Şervanên Êzîdî Hatine Kuştin


Şervanên YBŞ (Arşîv)
Şervanên YBŞ (Arşîv)

Ajansa AP ragihand ku di êrîşeke esmanî ya Tirkîyê de 3 çekdarên hêza Êzîdîyan li Şengalê hatine kuştin, 3 çekdarên din jî birîndar bûn.

Karbidestekî xwecîhî yê nêzî hêza Êzîdîyan red kir ku çekdarên wî hatine kuştin, lê wî got ku di êrîşa esmanî ya Tirkan de şivanek jîyana xwe ji dest da.

Li gor Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa îro sibê navendeke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya li gundê Çimu Xelef kir armanc.

Karbidestekî hikûmeta Îraqê li Bexda, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku armanca êrîşa Tirkîyê fermandarekî payebilind yê YBŞ’ê bû.

Serokê Civata Êzîdîyan ya Şengalê Naif Şemo ji AP re got ku devera ku bûye hedefa drone Tirkîyê gundekî Êzîdîyan ya çolkirî ye ku piranîya xanîyan wê derê ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibû wêran kirin.

XS
SM
MD
LG