Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Tê Xwastin Êrîşa Hewlêrê Bête Eşkerekirin


Di 17’ê Tîrmeha 2019 an de li paytaxta Herêma Kurdistanê êrîşeke çekî hatibû kirin. Di vê êrîşê de Cêgirê Konsolê Tirkîyê Osman Kose û du kesên din jiyana xwe ji dest dabûn.

Opozîsyona Tirkîyê jî ser vê boyerê daxûyanî dan. Berpirsê Karên Derve û Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarê (CHP) Unal Çevîkoz jî daxûyanîyek da. Çevîkoz di daxûyanîya xwe de ev êrîşa bişik şermezarî kur û wiha got:

“Li Hewlêrê êrîşeke bi şik hatîye duriskirin û di vê êrîşê de personelê Konsolxaneya me û du kesên din jiyana xwe ji dest daye. Em vê êrîşa bi şik bi tundî şermezarî dikin. Ev êrîş ji alîyê kê an jî kijanan ve hatîye kirin pêwîste di demeke herî kin de bê eşkerekirin."

Di vê êrîşa çekî de dîplomatê Tirkîyê Osman Kose, 18 Tîrmehê dema li Mêrsînê dihat binaxkirin di himan katê de, ji alîyê Ewlekarîya Hewlêrê “gumanbarê sereke” yê diplomatên Tirkîyê hate eşkerekirin û navê wî jî ragihandin ku Mazlûm Dax e.

Dîyar bû ku Mazlûm Dax, di sala 1992 an de ji Amedê dayik bûye û kekê parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Dersîm Dax’e. piştî vî jî li Tirkîyê hemû bal rakişa ser HDP.

Ser vî jî Hevserokên HDP Pervîn Buldan û Sezayî Temellî, li19 Tîrmehê daxûyanîyek nîvîskî dan. Di vê daxûyanîyê de ev êrîş bi tundî şermezar kirin û wiha ragihandin:

“Em wek partî li devera sivîlan, gurrkirina şer û pevçûnê bi tu awayî qebûl nakin û her wisa ji aliyê kê ve hatibe kirin, êrîşa li dijî xebatkarên konsulxaneyê bi tundî şermezar dikin.

Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00

XS
SM
MD
LG