Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştina Leşkerên Tirk li îdlibê Tirkîye Çi Bertek Nîşan Dide?


Komeke leşkerên Tirk li Îdlibê (Arşîv)
Komeke leşkerên Tirk li Îdlibê (Arşîv)

Di êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrîye de 33 leşkerên Tirk şeva Pêncşemê li Îdlibê hatine kuştin, jimareke leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar ragihand ku Tirkîye bersîva rejîmê da û wan li ser bingeh û hêzên Sûrîye 200 êrîşan pêk anîn.

Akar îdia kir ku 309 leşkerên hikûmeta Sûrî ji alîyê wan ve hatine kuştin.

Tirkîye piştî êrîşan kontrola ser derîyên sînorê Ewrupa sivik kir. Bi hezaran penaber ber bi sînorê Yunanîstan û Bulgarîstanê ve dimeşin, herwiha tê ragihandin ku li Behra Ege jî heman rewş heye.

Berdevkê Ragihandina Serokomarîya Tirkîyê Fahrettîn Altun li ser torên civakî daxuyanîyek belav kir.

"Niha welatîyên Sûrî dê ber bi Tirkîye û Ewrupa ve dimeşin. Li Tirkîyê 4 mîlyon penaberên Sûrî hene û Tirkîye nikare mîlyonek din jî ragire," Altun got.

Daxuyanîyên karbidestên Tirkîyê û pêşketinên dawî hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_Kuştina_Leşkeren Tirk_Îdlib
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00


XS
SM
MD
LG