Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çêkirina Dîwarê Ser Sînorê Tirkîyê û Îranê Tevî Rexneyan Hîn Didome


Wall construction at the border between Turkey and Iran
Wall construction at the border between Turkey and Iran

Hikûmeta Tirkîyê dibêje ku ew bi sedema ewlehîyê li ser sînorê Îranê dîwarekî bi bilindahîya 3 metreyan ava dike.

Dîwar dê ji bircên çavdêrîyê yên leşkeran, kamerayên ewlehîyê, sîm pêk were û herwiha wê li hin cîhan jî xendek werin kolandin.

Tixûbê navbera Tirkîyê û Îranê 295 kîlometre ye û heta niha li Agirî li ser sînorê Îranê 81 kîlometre dîwar hatiye danîn.

Wezîrê Karên Nevxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu gotibû ku wek berdevamîya wî dîwarî, ew di navbera Wan û Îranê de jî bi dirêjîya 64 kîlometreyan dîwarekî nû çêdikin.

“Bi çêkirina dîwar, êrîşên PKK'ê û pêlên penaxwaz û qaçaxçîyan dê were asteng kirin û Tirkîye ewletir bibe,” Soylu got.

Li alîyê Tirkîyê bajarên Kurdan Agirî, Wan û Hakkarî hene û li alîyê Îranê jî dîsa bajarên Kurdan Xoy, Maku û Urmîye hene û niha dîwar li ser sînor di navbera van bajaran de tê ava kirin.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç got ku erdnigarîya Kurdan hatiye parçe kirin û niha Tirkîyê dixwazê ve parçekirina Kurdan mayînde bike.

“Hikûmet dixwaze bi çêkirina dîwaran tekîlîya civaka Kurdan ji hevdu qut bike. Ew herwiha dixwaze ku di alîyê aborî de jî Kurdan xîzan bihêle û hewceyî xwe bike. Li ser sînoran dîwar û xendekan çêdikin û her roj Kurd tên kuştin.”

Murat Sarisac
Murat Sarisac

Sarisaç herwiha îdia kir ku hikûmet bi parçekirina Kurdan armanc dike ku çand û ziman Kurdan jî tune bike

Hikûmeta Tirkîyê wek sedema çêkirina dîwarê ser sînor, pêlên penaxwazan jî nîşan dide. Her sal bi hezaran penaxwaz ji sînorê Îranê re derbazî bajarê Wanê dibin.

Lê endamê Komîsyona Mafê Penaberan yê Baroya Wanê parêzer Jîndar Uçar got ku bi çêkirina dîwaran mafê penaxwazan jî tê binpê kirin.

Jîndar Uçar
Jîndar Uçar

“Li gor xala 45'an ya peymana Cenevrê, ku Tirkîyê jî îmza kiriye, kesê ku ji welatê xwe jiber tundî, sîyasî, pisgirêkên civakî û LGBT hatiye, ew welat nikarê wî/wê kesî paşve bişîne. Niha bi çêkirina dîwaran astengîyeke mezin hatiye peyda bûye û penaxwaz nikarin xwe bigihîne wan mafên ku ji peymana Cenevrê derketine.”

Uçar herwiha çêkirina dîwaran li hember qaçaxcîtîyê wek çareserî nabîne.

“Wek di mînaka tixubê Sûrîyê de jî hat dîtin, piştî çêkirina dîwar qaçaxcîtî tenê dikeve destê hin kesan û leşkeran. Li Wanê jî di hejmarek darizandinan de têkilîyên leşker û qaçaxcîyan derket holê.”

Çavlirêye ku heta meha yanzdeh, Mijdarê çêkirina dîwarê ser sînor bi dawî were.

AA_04_06_21_Dîwarê_Sînorê Tirkîyê û Îranê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:29 0:00

XS
SM
MD
LG