Karbidestên Tirk îro 10 amîralên karkenar desteser kirin, piştî ku pirtir ji 100 fermandarên berê yên payeblind yên hêzên deryayî nîva şevê daxuyanîyeke hişyarîyê weşandibû.
“10 amîralên karkenarbûyî, girêdayî lêpirsîna serdozgerîya Enqerê li jimareke bajaran hatine desteser kirin, bi gumana ku wan dijî nîzama qanûna bingehîn û ewlehîya dewletê giheştiye lihevkirinekê,” ajansa AP ragihand.
103 amîralên karkenar daxuyanîyeke hevbeş weşandibû û ji hikûmetê xwestibû ku Peymana Montro û peymanên din yên navnetewî venekin gotûbêjan.
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk ragihand ku bawerî heye 14 kes ji wan 103 kesan wek organîzatorên daxuyanîyê ne, lê 4 kes jiber temenên wan yên mezin nehatine binçav kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku kesên desteserkirî di operasyonên li bajarên Enqerê, Stenbol, Kocaelî, ji malên xwe hatine binçav kirin û lêpirsîna wan dê li Enqerê were kirin.