Çoşkun: Jibo “Herema Ewle” Du Daxwazên Tirkîyê Yên Sereke Hene
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp roja Sêşemê li meclîsa Tirkîyê gotibû ku danûstandinên bi Amerîka yên ser “Herema Ewle” Sûrîyê ti encamp peyda nekirin.
“Di rewşa heyî de ji bilî rêya Tirkîyê dîyar kirîye ti çareyeke din nemaye. Minbic jî di nav de, ji Firatê heta sînorê Îraqê emê herêma ewle ava bikin û du mîlyon Sûrîyên li Tirkîyê li wê derê bi cîh bikin,” Erdogan got.
Akademîsyen Doç. Dr. Vahap Çoşkun dibêje operesyoneke leşkerî ya Tirkîyê ya li bakurê Sûrîye dê krîza di navbera Tirkîyê û Amerîka de kûrtir bike.
“Em nikarin bibêjin ku Tirkîyê qet operesyonekê li bakurê Sûrîye nake. Jixwe serokomarê Tirkîyê ji tim dibêje eger daxwazên wan neyên cîh ewê operesyoneke leşkeri bikin. Amerîka niha vê yekê qebûl nake. Em nikarin bêjin ku Tirkîye nikare operesyonekê bike, lê ev operesyon dê bi dilê Tirkîyê çêbe yan ne, divê em lê binerin.”
Çoşkun anî ziman ku jibo bakurê Sûrîye du daxwazên sereke yên Tirkîye hene: Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji sînor dûr bixe û Sûrîyên ku li Tirkîyê ne li bakurê Sûrîye bicîh bike.
Çoşkun bal dikşîne ku bicîhkirina Sûrîyan li “herema ewle” dê demografîya heremê xirab bike û pirsgirêkên nû bi xwe re bîne.