Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Partîyên Sîyasî li Tirkîyê Eşkere Bûn


Do Duşemê, 21’ê Gulanê de hemî partî lîsta parlamenteran radestê Komîsyona Bilind ya Hilbjiartinê (YSK) kirin.

Di lîsta HDP’ê de gelek akademîsyen û karmend cîh digirin ku bi Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê (KHK) ji kar hatine derxistin.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan li Stenbolê, Sezaî Temellî jî li Wanê berbijar e.

Li gor rêziknameya HDP’ê, kesek du caran tenê dikare bibe parlamenter, lê Buldan jiber ku hevserok e, cara çaran ji Stenbolê namzed e.

Rojnamevan Ahmet Şik ji Stenbolê, Tayîp Temel ji Wanê kandîdên HDP’ê ne.

Herwiha, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku jiber daxuyanîya wê ya dijî operasyona Efrînê niha girtî ye, namzeda Colemergê ye.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê, Îdris Baluken ku 17 sal cezayê hespê lê hat birîn û nêzî du sal in li hepsê ye, vê carê namzedê Batmanê ye.

Li gor lîsteyê namzedên Amedê ev in:

Dr. Selçuk Mizrakli, Salîha Aydenîz, Îmam Taşçier, Remzîye Tosun, Hişyar Ozsoy, Semra Guzel, Garo Paylan, Dersîm Dag, Musa Farisogullari, Abdurrahîm Durmuş, Mehmet Temîzyuz û Ferda Farhîoglu Akin.

Parlamenterê HDP’ê Altan Tan ji Partîya Saadetê bû berbijarê Stenbolê.

Namzedên AKP’ê yê Amedê jî Mehdî Eker, Ebubekir Bal, Oya Eronat, Erdal Atîk, Çîgdem Akyil Akaylar, Remzî Çayir, Fehmî Kardeşoglu, Muhammed Ahmet Mahsum Melikoglu, Emre Yazicioglu, Nezîhe Kent, Mustafa Guleken

Parlamenterên niha Galip Ensarîoglu, Orhan Mîroglu, Mehmet Metîner di lîsta AKP’ê de cîh negirtin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

KHf_05_22_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG