Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Dronî ya Tirkîyê de 2 Sîvîl li Herêma Dêrîkê Hatin Kuştin


Bajarê Dêrikê

Firokên bêpîlot yên Tirkîyê roja sêşemê danê êvarê devera navbera gundê Mezrê û Dêrika Beravê, ku ser bi herêma Dêrikê ye, bombebaran kir û di encamê de 2 sîvîl jîyanên xwe ji dest dan.

Hêzên ewlekarîya hindurîn yê Bakurê Sûrîyê derbarê êrîşê daxuyanîyeke nivîskî da û ragihand ku di êrîşa 20’ê Cotmehê de otombîleke sîvîlan li herêmê hat lêdan.

Berdevkê hêzên ewlekarîya hindurîn Elî Hesen ji Dengê Amerîka re got ku di demên dawî de gelek firokên bêpîlot yên girêdayê artêşa Tirkîyê ser bajarên sînorî yê Bakurê Sûrîyê difirin û gelek caran sîvîlan dikin armanc.

Hêzên Sûrîyay Demoqratîk (HSD) artêşa Tirk bi binpêkirina agirbestê û pêkanîna êrîşan tawanbar dike û bang li Amerîka û Rûsya dike ku bi erka xwe rabin û sînorekî deynin ser êrîşên Tirkîyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êrîş piştî hefteyekê ji dirêjkirina rewşa awarte li Bakurê Sûrîyê hat ku Serokê Amerîkî Donald Trump îmza kiribû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00

XS
SM
MD
LG