Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Dronî ya Tirkîyê de 3 Sivîl li Qamişlo Hatine Kuştin


Qamişlo dron

Di êrişa Turkîyê a bi balafireke bê mirov a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Îro 9 Noveberê di demjmêr 3ê piştî nîvrojê de dironekê Tirkiyê Otomîblek e li taxa Hilêllyê ku dikeve rojavayî bajarê Qamişlo armanc kir û di encamê de 3ê sivîl ji malbatekê jiyana xwe ji destan.

Di derbara vê bûuerê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê daxwiyaniyeke bo raya giştî belav kir.

Daxwiyaniya Asyîşê wisa ye:

"Di encama berdewmkirina binbêkirin ên dagirkeriya Tirk li ser herêmên me, û ne papabendiya wê bi hemê rêgez û peymanên navdewletî , Sê sivîl ji malbatekê şehîd bûn, ew in ( Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo, Mehmed Gulo), ku di encama armanckirin a Otombîla wan li taxa Hilêllyê ya bajarê Qamişlo danê Esrê roja Sêşemê 9-11- 2021, ku ji aliyê balafirekê Diron ya Tirkiyê."

Hêzên ewlekariye doz li garantoren agirbesta cotober û soştî kirk u bi erkê xwe rabin.

Her wisa hêzên ewlekariye bal kişand ku êrîşên turkî sûdê dide Daişê.

"em agahdar dikin ku ev binpêkirin biştgiryê dide rêxstinên terorrsit ku hêzên xwe ji nû ve vav bike û terorrê li derdora cîhanê belav bike."

Hêjaye gotinê ye ku rewşek şênî li Qamişlo bi giştî derketîye holê , bi tayebt ku ew sivîlên armanckirî ji malpata Gulo bi xwedî cangorîyên ne di nava refên YPG de ne û gelek kesayetên din ji malpatê di nava sazîyên rêvebirîya xweser de ne mîna Rêzan Gulo ku endamê şêwremendîya fermandarê HSD ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:44 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG