Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Tirkîyê de Erdogan û Tifaqa Cumhur Serketî Bûn


Li Tirkîyê 56 mîlyon 322 hezar 632 hilbjêr hene, lê 51 mîlyon û 72 hezar û 734 kes dengê xwe dan. Beşdarîya hilbjartinê ji sedî 86,3 bû.

1 mîlyon û 127 hezar û 688 deng betal bûn.

Li gor encama nefermî 49 mîlyon û 954 hezar dengan, Erdogan û Tifaqa Gel bi ser ket.

Tifaqa Gel ya AKP û MHP bi 26 mîlyon û 696 dengan giheşt rêjeya ji sedî 53,65.

Tifaqa Mîllet ya CHP, Îyî Partî û Partîya Saadetê jî bi 16 mîlyon û 979 hezar û 318 dengan di rêje ji sedî 33.96'an de ma.

Namzedê CHP Muharrem Înce jî li hember Erdogan ji sedî 33.56'an de ma.

Rêjeya dengên namzedê HDP Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 8,39 bû.

Li bajarê Kurdan HDP li pêş bû, lê li seranserê Tirkîye HDP 5 mîlyon û 843 hezar û 872 deng send û bi rêjeya ji sedî 11.69 benda hilbjartinê derbaz kir.

Li gor encama hilbijartinê hejmara parlamenterên partîyan wiha ye:

AKP 295, CHP 147, HDP 67, MHP 48, Îyî Partî 43.

XS
SM
MD
LG