Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hilbijartinan 6 Partî Ketin Parlemana Tirkîyê


24’ê Hezîranê li Tirkîyê hilbijartinên giştî yên parlementerî û serokomarîyê pek hat.

Tirkîye di bin rewşa awarte de çu ser sindoqan û hilbijartina pêşwext hate kirin.

56 mîlyon û 322 hezar hilbijêr di 180 hezar û 65 sindoqan dengê xwe dan.

Li gor hilbijartinên giştî AKP û MHP bi tifaqa bi navê Cumhur 26 mîlyon û 626 hezar û 445 deng, tifaqa bi navê Mîllet CHP, Partîya Saadet û Îyî Partî ji 16 mîlyon û 900 hezar û 181 deng wergirtin.

Li gor van encaman, HDP’ê bendava sedî 10 derbaz kir û li meclîsa Tirkîye yê de cîh girt.

Li gor van encamên, AKP 293, CHP 146, HDP 67, MHP 50, Îyî Partî ji 44 parlementer qezenc kirin.

Partîya Hur Dava (HudaPar) û Partîya Vatan nekarîn ti kursî wergirin.

Li Stenbol ku herî zêde hilbijêr lê dijîn, xwedîyê 10 mîlyon û 559 hezar û 686 hilbijêran e û sedî 88,3 ji wan çûun ser sindoqan.

Li Stenbolê AKP % 42,6 CHP % 26,9, HDP % 12,6, MHP % 8,3, Îyî Partî % 8, Saadet ji % 1,5 deng bi dest xistin.

Di hilbijartina jibo serokomarîyê de Recep Tayyîp Erdogan % 52,4, Muharrem Înce % 36,9 Selahattîn Demîrtaş % 8,2, Meral Akşener % 7,4 û Temel Karamollaoglu jî % 0,9 deng bi dest xistin.

Piştî encamên hilbijartinan Erdogan careke din ji bo serokomarî hate hilbijartin. Erdogan di axaftina serketinê de got ku “encam serketina demokrasi ye.”

Înce jî got ku ew dizanin ku ne hilbijartineke edîl ê, lê ew serkeftina Erdogan qebûl dike.

Înce da zanîn ku ewê li ser van encaman, bi Karamollaoglu û Akşener re hevdîtinan bike.

Demîrtaş ji li ser Twitter’ê got ku ewê qada demokrasîyê û çareserîyê bixebitin.

MY_06_25_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG