Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê bo Proteskirina Lêgerîna Keştîya Wê YE, Îtalya û Almanya Protesto Dike


Tirkîyê îro Duşemê gazî li nûnerên Yekîtîya Ewrupa, Îtalya û Almanya kir ku hewila lêgerîna gemîya wê ya barhilgir protesto bike.

Keştîya Tirk hefteya borî ji bendergeha Gemlik ya nêzî bajarê Bursa ya Tirkîyê derketibû rê û diçû Lîbyayê.

Hêzên Yekîtîya Ewrupa bi gumana hebûna çekan, xwestibû ku lêgerînê di wê de bike, lê Tirkîyê rê nedabû.

Tirkîye dibêje ku hewila lêgerînê dijî qanûnên navnetewî ye, lê Almanya gotibû ku hêzên wê rêbazên standard bi cîh anî û çar saet li benda erêkirina Tirkîyê ma.

XS
SM
MD
LG