Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Tirkîyê û Komên Çekdar yên Ser Gundewarên Eyn Îsa Didomin


Êrîş û topbarana Tirkîyê û komên çekdar yên Sûrî li ser bajarokê Eyn Îsa jinûve didomînin ku Tirkîyê jî hebûna xwe li wê herêmê zêde dike.

Tirkîyê di 17’ê Adarê de dest bi topbarana gundewarên Eyn Îsa kir ku vê carê topbarana wê navenda Eyn Îsa 7 kîlometre derbaz kir û sivîl bûne qurbanî.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girêsipî Rîyad Xelef ji Dengê Amerîka re got ku hewilên bidestxistina Eyn Îsa ji alîyê Tirkîyê û komên bin kontrola wê ranewestîne.

Êrîşa nû di vê demê de destpê kir ku rûniştvanên gundên bakurê Eyn Îsa bi garantîya alîyê Rûsî xwest ku vegerin malên xwe, lê bûn armanca êrîşan.

Rîyad Xelef got ku Tirkîye bi sozên xwe ranabe û her dem rawestandina şer binpê dike.

Gundên li bakurê Eyn Îsa bûne enîyên şer û jiber êrîşên komên Sûrî yên çekdar û topbarana Tirkîyê welatî nikanin vegerin cîh û warên xwe.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîyê heta niha 5 bingehên leşkerî li nêzî rêya M4 ya navnetewî ava kirine.

Êrîşên_Ser_Eyn_Îsa_RK_03_23_2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG