Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Ew Plana Jinûve Vekirina Firîngeha Kabulê Dinirxîne


Cavuşoglu û Kaag
Cavuşoglu û Kaag

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku ew plana jinûve vekirina firîngeha Kabulê dinirxînin.

Çavuşoglu li Enqerê ji nûçegîhanan re got ku Firîngeha Navnetewî ya Hamîd Karzayî dikare di du qonaxan de, pêşî ji firînên leşkerî û dû re jî ji firokên bazirganî re were vekirin.

“Niha ji Talîbanê û ji hin dewletên din daxwaz heye ku bi me re hevkarî bikin. Em van daxwazan dinirxînin,” Cavuşoglu di preskonferansa bi hazirbûna hevtaya xwe ya Holandî Sigrid Kaag got.

Tirkîyê, berî ku Amerîka ji Afganistanê vekişe û Talîban kontrola wî welatî bi dest bixe, bo 6 salan firîngeha Kabulê bi rê ve biribû.

Wezîra Holandî Kaag jî got ku ew amade ne ku di warê mijarên teknîkî û ewlekarîya firîngehê de piştgirî bidin Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG