Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kîev Dibêje Genimê Ukrayna ku Rûsya Didize li Tirkîyê jî Tê Firotin


Vasyl Bodnar, Balyozê Ukrayna yê li Tirkîye
Vasyl Bodnar, Balyozê Ukrayna yê li Tirkîye

Balyozê Kîevê yê li Enqere Vasyl Bodnar îro Înê dîyar kir ku hin welatîyên Tirkîyê di nav wan kiryaran de ne ku genimê ku Rûsya ji Ukrayna dizîye dikirin.

"Rûsya bi awayekî bêşerm genimê Ukrayna didize û ji Kirima dagirkirî derdixe, piştre jî van dexlan dişîne welatên derve, Tirkîye jî di nav wan welatan de ye," Bodnar got.

Vasyl Bodnar ragihand ku wî ji Tirkîyê alîkarî xwestiye ku werin kesên berpirsên wan kiryarane tespît kirin û girtin.

Wî bi berdewamî da zanîn ku Ukrayna bi Tirkîyê û Înterpolê re bo dîtina sûcdaran dixebite.

"Me bang li Tirkîyê kir ku alîkarîya me bike û li gor ragihandina karbidestên Tirk di derbarê kesên ku genim didizin û difroşin de dozên tawanbarîyê werin têne vekirin," Bodnar got.

Bolyozê Ukraynî herwiha eşkere kir ku keştiyên ku tevlî veguhestina genimên dizî bûne keştiyên bi navên Nadezhda, Finikia, Sormivskiy, Vera û Mikhail Nenashev in.

Balyozxaneya Ukrayna ya li Beyrûtê vê hefteyê ji Reutersê re gotibû, Rûsya nêzî 100 hezar ton genimê dizî ji Sûrîyê re şandiye.

Nêzî yek ji sê para hewcedarîya tevahîya genim ya cîhanî ji Rûsya û Ukrayna tê peyda kirin.

Lê, hevdem Rûsya bi pîran gubre û Ukrayna jî lazût û rûnê gulberojkê ji welatên din dikirin.

Derfirotina qenim û dexlên Ukrayna ku ji ser benderên xwê yên li Derya Reş vediguhezî jiber dagirkerîya Rûsya rawest rawestîye, bi qasî 20 mîlyon ton genim asê maye.

Şer, krîza xwarinê ya cihanî mezin kiriye, jibe vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî( NY) bo çareserîyê planeke jinûve vekirina rêyên keştîyan ji Odesa û benderên din yên Ukrayna amade kir.

Hejayê balkişandinê ye ku daxuyanîyên balyozê Ukraynî yên îro di demeke de pêk tên, berîya ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov wê di 8'ê Hezîranê de serdana Tirkîyê bike, ku welatekî endamê NATO'ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG