Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Hemwelatîyekî Alman Desteser Kiriye


Ajansa Reuters ji zarê wezareta derve ya Almanya ragihand ku polîsên Tirk hemwelatîyekî Alman desteser kiriye.

Televîzyona Almanî ARD jî ragihand ku kesê desteserkirî jiber parvekirinên wî yên li ser media civakî, bi “propogandaya terorîzmê” tê tawanbar kirin.

“Em bi bûyera desteserkirinê agahdar in. Balyozxaneya me ya li Enqerê wê peywendî bi wî kesî bike û alîkarîya pêdivî bide wî kesî,” jêderekî wezareta derve got.

Tirkîyê berê jî jimareke hemwelatîyên Alman û Amerîkî girtibûn û ew bûbûn sedema krîzên dîplomatîk ya navbera Tirkîyê û hevalbendên wê yên NATO.

XS
SM
MD
LG