Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Dibêje Tirkîye Belemên Penaxwazan Dişîne Ber Sînorê Wê


Yunanistanê îro Înê Tirkîye tawanbar kir ku Enqere belemên penaxwazan dişîne ber bi avên wê û bi vî awayî dixwaza provokasyonan çêke.

Wezîrê Koçberîyê Notis Mitarachi zerevanên deryayî yên Yunanî dîdevanî kir ku di jimareke bûyeran de hêzên Tirk bi belemên penaxwazan bûn ku ew bikaribin bigihejin sînorên deryayî yên Ewrupî.

Mitarachi got ku Tirkîye bi vê yekê dixwaze girjî û alozîyê bi Yunanistanê bilindtir bike.

“Qet şik tuneye ku ew penaberên k uku ji beravên Tirkîyê bi rê ketin û hêzên deryayî yên Tirkîyê jî piştgirîya wan kir, di di bin xeterîyê de ne,” Mitarachi bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG