Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Helîkopterekê de 9 Leşkerên Tirk Hatine Kuştin


Helîkoptereke Tirk (Arşîv)
Helîkoptereke Tirk (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku helîkoptereke wê li çoltera Tetwanê ketiye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Tirkîyê, bi ketina helîkopterê 9 leşker canên xwe ji dest dane û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar bi hin fermanderên payabilind re dê serdana cîhê qezayê bike.

Wezareta Derve ya Tirkîyê dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bo leşkerên jîyanên xwe ji dest dane ji Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu re sersaxî xwestiye.

Wezareta Derv da zanîn ku Stoltenberg dîyar kiriye ku ew ligel Tirkîyê ne.

Parlamanterê AKP'ê Tolga Agar, ku endamê komîsyona berevanî ye,got ku General Osman Erbas jî di nava mirîyan de ye.

XS
SM
MD
LG