Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters:Serhildayên Sûrî li Helebê Helîkoptereke Sûrî Anî Xwarê


Firoka Sûrî ku berî sî rojan hatibû lêxistin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê li rojavayê Helebê helîkoptereke hikûmeta Sûrîyê anîye xwarê.

Jêderên serhildayan û dîdevanên xwecîhî ji Reutersê re dîyar kir ku firokên Rûsya serê sibê êrîş birine ser çolterên li rojavayê Helebê û piştî ketina helîkopterê paşve vegerîne.

Serhildayan roja Sêşemê jî li Nairab ya herêma Îdlibê helîkopterek gêr kiribû.

Artêşa Sûrîyê bi alîkarîya Rûsya hewil dide ku Îdlibê, ku herêma dawî ya di destê serhildayan de ye, bigire bin kontrola xwe, lê Tirkîye dijî wê gavan diavêje.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku Tirkîyê ji serê Sibatê vir ve 6500 leşker û 1900 maşîneyên leşkerî li rojavayê bakurê Sûrîyê bi cîh kirine.

XS
SM
MD
LG