Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîyê Şandina Çekan ji Serhildayên Îdlibê re Zêde Kiriye


Ajansa Reuters di raporteke taybet de îro Çarşemê ji zarê fermandarekî serhildayan radigihîne ku Tirkîyê di demên dawî de şandina çekan ji serhildayên Sûrî re zêde kiriye ku ew bikaribin xwe li hember operasyoneke artêşa Sûrî biparêzin.

“Piştî ku hilcivîna Tehranê ya navbera Îran, Rûsya û Tirkîyê têk çû ku rê li ber operasyoneke ser Îdlibê bigire, Tirkîyê dest bi şandina pirtir sîlahan li hindur û dora Îdlibê kiriye,” fermandarê payabilind got.

Wî bi berdewamî got ku karbidestên Tirk li hember operasyoneke artêşa Sûrî ya demdirêj soza pirtir alîkarî dane wan.

Fermandarê Artêşa Azad ya Sûrî da zanîn ku di nav çekên ku nû hatine de cebilxane û roketên GRAD jî hene.

“Ev cebilxane û sîlahên nû dê misoger bike ku di şerekî dûr û dirêj de destên me vala nemînin,” heman fermnadar got.

Qumandarekî din jî dilgeşîya xwe ragihand û got ku Tirk bi şandina sîlahên nû garantî dikin ku ewê bikaribin demeke dirêj şer bikin.

Raporta Reuters bal dikşîne ku tevî hewilên wê, karbidestên Tirk li ser gotinên fermandaran ti daxuyanî nedan.

XS
SM
MD
LG