Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Toleyên Amerîka yên Dijî Îranê Bertek Nîşan Dide


Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Xwezayî yê Tirkîyê Fatîh Sonmez ser toleyên Amerîka yên dijî Îranê bertek nîşan da.

Sonmez da zanîn ku ambargoya Amerîkî yekalî ye. Wî dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) jî ji wê yekê ne razî ye.

"Em bazirganîyeke rêwa dikin. Ew bo ewlekarîya çavkanîyên enerjîyê girîng e. Yek jî, bi Îranê re hiqûqeke me ya cîrantî heye," Sonmez got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku şandeya Tirk ya ku bo kêmkirina alozîya di navbera Tirkîye û Amerîka de serdana Washingtonê kiriye, wê ser toleyan jî danûstandinan bike.

Amerîka di meha Gulanê de ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîbû û roja Sêşemê dijî Tehranê toleyên nû destpê kiribûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG