Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê Ber bi Ku Diçin?


Heta wan rojên dawîyê Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahu bi awayekî berbiçav neyartîya xwe hevdu dîyar dikirin.

Lê, Tirkîye bi damezirandina hikûmeta nû ya Îsraîlê û bi hatina serokwezîrekî nû dixwaze têkilîyên xirab jinûve baş bike.

Tevî ku daxwaza Tirkîyê ew be jî, şerê di navbera Hamas û Îsraîlê di rojên dawîyê da hewildanên başkirina têkîlîyên her du welatan dixe metirsîyê.

Demeke dirêj e ku têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê jiber kêşeya Îsraîl û Filîstînîyan ne di asteke baş de ye. Têkilîyên her du welatan di sala 2010an de jî gelek zarar dîtibû, dema ku keştîya Tirkîyê ya bi navê Mavî Marmara hewil dabû ku dorpêça Îsraîlê ya ser Gazayê bişkîne. Di encamê de komandoyên Îsraîlê êrîş kiribûn ser vê keştîyê û 9 çalakvanên alîgirên Filistînê li wê keştîyê hatibûn kuştin.

Dîsa her du welatan di sala 2018an de, jiber êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîlîstînîyan balyozên xwe paşve kişandibûn.

Lê, niha li Îsraîlê hikûmeteke nû hatiye damezirandin û ev jî pêkanîya hewildan û dergehên nû vedike.

Sînan Ulgen, ji Navenda Aborî û Lêkolînên Sîyaseta Derve ya Stenbolê dibêje ku nebûna Netanyahu derfeteke baştirkirina têkilîyan peyda dike.

“Lê, şermezarkirina bi tundî ya Îsraîlê ya meha borî ji alîyê Erdogan ve, jiber rûbirûbûna leşkerî ya digel Hamasê dê van hewildanan lawaz dike.”

Ulgen bawer dike ku jibo damezirandina serdemeke nû di navbera her du welatan da hêşta gelek zû ye.

Ew dibêje ku niha hikûmeteke nû heye û nebûna Netanyahu di hikûmetê de pêdivî ye ku wekî pêşveçûneke erênî were dîtin.

Şêwirmendekî serokkomarîya Tirkîyê serê vê salê gotibû ku her du welat nêzîkî hevdu bibûn ku balyozên xwe vegerînin ser kar.

Pisporê têkiliyên navnetewî, Soli Ozel ji Zanîngeha Kadir Has ya Stenbolê dibêje ku tevî ku di asta jêrîn de danûstandin didomin jî, serketina her hewildaneke nêzîkbûnê dê bi rûbirûbûnên leşkerî yên mezin di navbera Îsraîl û Hamasê ve girêdayî be.

Ji alîyê din ve, Gallia Lindenstrauss ji Enstîtuya Lêkolînên Ewlehîya Netewî ya Tel Avivê dibêje tevî ku Netanyahu ne deshilatdar be jî di hikûmeta nû de hin rexnegirên Erdogan hene.

Lê, Lindenstrauss bal dikşîne ser tevlêbûna partîyeke Ereb di nav koalîsyona nû de. “Ew partî dikare xebatên pêşvebirina têkiliyên di navbera Tirkîye û Îsraîlê de sanahî bike jiber ku têkilîyên vê partîya Ereb bi Tirkîyê hene û hebûna van di koalîsyonê da dikare bibe faktoreke erênî.”

Lindenstrauss herwiha dibêje ku ew partî dikare di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de rola pirekê bilîze.

Li gor Lindenstrauss berdela baştirkirina peywendîyan bilind be jiber ku Îsraîl di destek û piştgirîya bo Fîlîstînîyan li rojhilata Orşelîmê de wê zelalkirinê ji Enqerê bixwaze.

“Îsraîlê herwiha guherîna zimanê tund û sekinandina êrîşên devkî yên Erdogan yên dijî Îsraîlê daxwaz bike.”

Enqere dibêje ku ew tenê piştgirîya sîyasî û dîplomatîkî dide Hamasê û hinek endamên wan jî dihewîne.

Lê, Lindenstrauss bawer dike ku nakokîya herî mezin piştgirîya Tirkîyê ya bo Hamasê ye.

“Hamas operasyonên leşkerî ji Tirkîyê bi rê ve dibe û êrîşên terorîstî li Tirkîyê plan dike. Loma jî Îsraîl dê ji Tirkîyê bixwaze ku hemû çalakîyên Hamasê li Tirkîyê werin rawestandin.”

Tevî ku alozî û tengahî di navbera her du welatan de hebin jî, bazirganîya Tirkîyê û Îsraîlê her diçe mezin dibe. Hin pispor dibêjin ku rastîya ser erdê û pragmatîzm dikarin di hewilên normalkirina têkilîyên siberojê de roleke bingehîn bilîzin.

XS
SM
MD
LG