Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Stenbolê Biryara Desteserkirina Karbidestên Saudî Dide


Serdozgerîya Stenbolê, girêdayî kuştina rojnamevanê Sadî Cemal Qaşiqcî îro Çarşemê biryara desteserkirina Saud al-Qahtanî û General Ahmed el-Asiri da.

Biryara rojeke piştî daxuyanîya senatorên Amerîkî hat ku daxwaza avêtina gavên tundtir li dijî Erebîstana Saudî kiribûn, gotibûn ku di kuştina Xaşiqcî de tilîya Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman heye.

Ofîsa serdozgerîya Stenbolê ragihand ku gumanên xurt hene ku Qahtanî û Asiri plankarên kuştina Xaşiqcî ne.

Xaşiqci, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî di destpêkê de îdiayên kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre neçar mabû ku qebûl bike ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Rêvebirîya Rîyadê dîyar kiribû ku li ser kuştina Xaşiqci 18 kes hatine girtin, lê termê wî heta niha jî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG