Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçberên li Tirkîyê Ber bi Sînorên Yekîtîya Ewrupa Diçin


Ajansa Reuters ragihand ku komên koçberan li Tirkîyê îro Înê berdewamî ber bi sînorê Yunanistan û Bulgaristanê ve diçin.

Karbidestekî payebilind ji ajansê re ragihandibû ku Enqere êdî pêbendî bi rêketina Yekîtîya Ewrupa (YE) ya 2016’an nake û penaberên ku ber bi Ewrupa ve diçin ranewestîne.

Roja Pêncşemê, Tirkîyê gotibû ku 33 leşkerên wê di encama êrîşeke esmanî de ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî ve li herêma bakurê rojavayê Îdlibê hatine kuştin.

Paşê, karbidestan ji Reutersê re ragihand ku ferman hatiye dayîn ku polîsên Tirk û ewlehîya ser sînorê deryayî û bejayî rê li ber peneberên ji Îdlibê tên, negirin.

"Me ji televîzyonê bihîst. Em li Stenbolê dijîn û dixwazin herin Edîrne û dû re jî derbazî Yunanistanê bibin," koçberê Afganî Sahin Nebizade yê 16 salî ku bi taksîyekê diçû derîyên sînorî yên Bulgaristanê û Yunanîstanê ji ajansê re got.

Nûçegîhanên Reutersê dît ku koçber îro Înê li bajaroka Ayvacik ya li rex deryayê rojavayê Tirkîyê ya Çanakkalê kom dibin ku bi keştîyê derbazî Girava Lesbosê ya Yunanî bibin.

Tirkîye mêvandarîya 3.7 mîlyon penaberên Sûrî dike û dubare dike ku êdî ew nikare pirtir peneberan wergire. Li gor peymana sala 2016’an, YE bi mîlyaran Ewro alîkarîya diravî dabûn Enqere ku rêya koçberan ber bi Ewrupa ve bigire.

Ajansa nûçeyan ya Demîroren ku nêzîkî hikûmeta Tirkîyê ye, ragihand ku jin û zarok jî di nav de, nêzî 300 koçber di nav da şewê giheştin Edîrneyê û ber bi Bulgaristan û Yunanistanê ve çûn.

Ajansê got ku di nav komê de bilî Sûrîyan, penaberên Îranî, Îraqî, Pakistanî û Fasî jî hebûn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gef kirine ku ewê jibo koçberên ku diçin Ewrupa, "derîyan vekin" û Enqere armanc dike ku bi vî awayî bala hêzên Rojavayî bikişîne ser kêşeya Îdlibê.

Nêzîkî yek mîlyon sîvîl li Sûrîyê koçber bûne, piştî meha Berfanbarê hêzên hikûmeta Sûrî bi piştgirîya Rûsya herêma serhildayên Sûrî yên Tirkîye piştgirîya wan dike kontrol kir û ew jî bû sedema qeyrana mirovahî ya herî giran ya şerê neh salî.

XS
SM
MD
LG