Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Esmanî ya Tirkîyê ya Ser Malekê de 4 Jin li Kobanê Hatin Kuştin


Di encama armanckirina malekê li gundê Helincê yê Kobanê de 4 jinên sivîl jîyanên xwe ji dest dan.

Rûniştvanên gund ragihand ku berî dengê peqînê, dengê firokekê hate bihîstin û piştre ew mal hat armanc kirin.

Li gor çavkanîyên ku ji Dengê Amerîka re axifîn, di dema êrîşê firokê de kebanîya wê malê xwarin jibo mêvanin xwe pêşkêş dikir.

Rêvebirîya Xweser û Hêza Ewlehîya Hindurîn daxuyanîyek ji bîragiştî re belav kirin û tekez kirin ku peqîn encama êrîşeke esmanî ji alîyê Tirkîyê ve bû. Wan herwiha bang li hêza hevpeymaniya navdewletî bi serkêşiya Amerîka û hikûmeta Rûsî kirin ku bi erka xwe rabin û êrîşên Tirkîyê yên ser herêmê û armenckirina sivîlan rawistînin.

Hêjayî bîrxistin êye ku ev cara duyan e ku Tirkîye, piştî vekşîna HSDê ji bajarê Kobanê bi dronên bêmirov dike armanc û berî niha jî avahîya Asayîşê armanc kiribû.

Çavdêrên sîyasî bawer dikin ku Tirkîye bi wan êrîşan dixwaze ku aramî li deverê çênebe û welatî her dem di nav tirsê de bijîn.

MB_06_24_2020_Helincê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00


XS
SM
MD
LG