Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Girêdayî Parvekirinên Medya Civakî yên Ser Korona 19 Kes Desteser Dike


Wezareta Hindurîn ya Tirkîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku nasnameya 93 bergumanên ku ser medya civakî parvekirinên bêbingeh yên derheqa vîrusa korona kirine, hatine destxistin û ji wan 19 kes hatine desteser kirin.

Daxuyanîya wezaretê dîyar kir ku hin ji wan parvekirinên medya civakî karbidestan dikirin armanc û do nav civakê de tirs û panîk belav dikirin ku hikûmetê bo pêşîgirtina korona bi rêkûpekî tedbîran nagire.

“19 ji wan kesan gumanbar niha desteserkirî ne û peosesa desteserkirina yên mayîn jî didome,” daxuyanî got.

XS
SM
MD
LG