Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk Herêmên Navenda Berwarî Bala bi Tundî Bombebaran Dike


Berwarî Bala Nahiyey Kanî Masê
Berwarî Bala Nahiyey Kanî Masê

Yekîneyên artêşa Tirk, bi armanca şerê li dij şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) çend roj in ketine nav axa Herêma Kurdistan Îraqê, nêzîkî nahîya Kanî Masê navenda Berwarî Bala ya girêdayî Duhokê bûne.

Berî çend salan li heman herêmê, bingeheke mezin ya artêşa Tirk li kelha Baroxê hatibû bi cîh kirin, lê Tirk di çend rojên derbasbûyî de jimareke bingehên din danîne herêmê.

Wek çavdêr û xwecihên herêmê dibêjin, artêşa Tirk ji xala Serzêrî hatiye nav axa Herêma Kurdistana Îraqê û li Kurê Zêrî û hin herêmên din bingehên xwe danîne.

Rojnamevan Ehmed Edinî ku ji wê herêmê ye li ser livên artêşa Tirk agahî dan.

“Bi çekên sivik, bi doşkayan gundên Mayê, Bedûhê û nahîya Kanî Masê gulebaran kirine, lê roja Pênşemê bi topan herêm bombebaran kirine û nêzî 15 guletop bi dewrûberên Kanî Masê û Mayê ketine, guletopek 200 metreyan nêzîk avahîyê bajarvanîya Kanî Masê ketiye,"

Edinî herwiha dibêje ku gel di nava tirsê de dijî û ger bombebarana Tirkîyê wiha berdewam bike, ewê gundên xwe çol bikin.

Edinî dibêje ku di nav çavderan de nêrîneke wiha heye ku nîyeta Tirkîyê girtina herêma Berwarî ye heye jiber ku ew herêmeke stratejîk e.

Bombebaran Tirkî_Kanî Masê_29.03.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00

XS
SM
MD
LG