Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Kurdên Îraqê Dixwaze ku Referandumê Betal Bikin


Cîgirê Serokwezîrê Bekir Bozdag, piştî civîna kabînê got ku referanduma Herêma Kurdistana Îraqê, ku li ber e di 25'ê Îlonê de pêk were, dê kêşeyên herêmî kûrtir bike.

“Ev referandum dê ti berjewendî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re û ji Kurdan re û ji gelê herêmê re neyîne. Ez bang li birêz Barzanî dikin ku vê referandumê betalê bike.”

Tirkîye ku xwedîyê nîfûseke mezin ya Kurdan e û dijî serhildayan Kurd şer dike, peywendîyên xurt bi Kurdên Îraqê re didomîne, lê bi tundî dijberîya dewleteke serbixwe ya Kurdan dike.

XS
SM
MD
LG