Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Cemidandina Encamên Referanduma Kurdên Îraqê Ne Bes E


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dibêje ku pêşnîyara Herêma Kurdistanê ya cemidandina encamên referandumê nikare zararê ku li Îraqê çêbûyî ava bike.

Yildirim rojeke piştî serdana Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî, ku bo nîqaşkirina pêngavên dijî rêberên Kurdên Îraqê çûbû Enqerê, li ser qewimandinên li Îraqê peyîvî.

Wî ji nûçegîhanan re got ku her du alî vekirina derîyekî nû ya tixubî gotûbêj kir ku li dervayê Herêma Kurdistanê derbaz be.

Hevdem, wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Çavusoglu jî got ku cemidandina encamên referandumê ne bes e. Wî ji rêberên Kurd xwest ku encaman bi temamî betal bikin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî roja Çarşemê gotibû ku wan ji Îraqê re pêşnîyar kir ku di navbera her du alîyan de rasterast xeteke nû ya borîya neftê were vekirin.

XS
SM
MD
LG