Tirkîyê rê nedaye ku hêzên Almanî yên ji mîsyoneke leşkerî ya Yekîtîya Ewrupa ku lêgerînê di keştîyeke barhilgir ya Tirk bikin ku guman hebû çek ji Lîbyayê re dibirin.
Wezareta berevanîya Almanya ragihand ku leşkerên ji keştîya Hamburgê bi şev çûne ser keştîya Tirk ya bi navê Rosaline A, lê piştî ku Tirkîyê ev ji mîsyona YE re ragihandîye û protesto kiriye, hezên Almanî neçar mane ku dest ji lêgerînê berdin û vekişin.
Keştîya leşkerî li Derya Sipî wek beşek ji mîsyona Îrînî ya YE dixebitî ku veguhestina çekên jibo alîyên şer yên li Lîbyayê rawestîne.
Hevdem, çavkanîyên ewlehîyê yên Tirk ragihandin ku keştîya Rosalina-A tiştên wek xwarin û boyax vediguhestin. Wan got ku ew tîma lêgerînê qanûnên navneteweyî binpê kiriye jiber ku li benda destûra Tirkîyê nemaye.
Herwiha, heman çavkanîyan got ku tevî ku leşkeran tevahîya şevê bi vekirina qutîyên barên li keştîyê derbaz kirinê jî tiştekî wek çek nedîtine.
Berdevkê Alman nûçeya kovara Der Spiegel piştrast kir û got ku keştîya Hamburgê şeva Yekşemê keştîya Tirk Rosaline A li nezî 200 km bakurê bajarê Bîngazî ya Lîbyayê daye sekinandin.
Heman berdevk bi berdewamî got ku wan rêbazên standard bi cîh anî û bo çar saetan li benda erêkirina ji Tirkîyê maye.
Li gor pêzanînên Refinitiv Eikon, keştîya kargoyê Rosaline A ya bi 16.000 tonî hefteya borî ji bendergeha Gemlik ya li nêzê bajarê Bursa ya Tirkîyê derketîye rê û herî dawî li Atîna hatibû dîtin.
Hêjayî balkişandinê ye ku gemîya Tirk ber bi başûrê rojavayê Lîbyayê ve diçû.