Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Tirkîye Destûr Da Hikûmetê ku Hêzên Leşkerî Bişîne Lîbyayê


Parlamana Tirkîye, di civîna awarte de îro deng da ku daxwaza destûrnameya hikûmetê ya şandina leşkeran ji Lîbya re pejirand.

Parlamanê pêşnîyara destûrnamê bi 325 dengên erê beramber 184 dengên dijber qebûl kir û rê li ber Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan vekir ku hêzên leşkerî bişîne Lîbyayê.

Erdogan di pêşnîyara destûrnameyê de gotibû ku ewê ser daxwaza hikûmeta Lîbyayî, jiber gefên ser yekîtîya Lîbyayê û bo nehêlana ketina paytexta wê Trablusê hêzên leşkerî bişînîn wî welatî.

Jibo erêkirina pêşnîyarê di Civata Giştî ya Parlamanê de pêdivî bi dengên 201 parlamanteran hebû û çaverê bû ew pêşnîyar bi dengên partîyên desthilatdar, AKP û MHP bi hêsanî derbaz be.

Partîyên opozîsyonê CHP û HDP li dijî pêşnîyara destûrnameyê deng dan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG