Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Lehîyên Hêzdar de 4 Kes li Tirkîyê Hatine Kuştin


Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Yekşemê ragihand ku di lehîyên li herêma Derya Reş de 4 kes hatine kuştin.

Soylu da zanîn ku heta niha 133 hemwelatî hatine rizgar kirin, lê 11 kesên din jî hîn hinda ne.

Wî got ku dewlet wê bi hemî hêz û kanîna xwe birînên hemwelatîyan bikevîne û piştgirîya wan bike.

Soyu bajarê Gîresunê ji nûçegîhanan re got ku hewilên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG