Polîsên Tirk, bi sedema ku di pîrozbahîya Newrozê de slogan gotine û pankartên bo piştgirîya serhildayên Kurd rakirine, bi dehan kes desteser kirin.
Pîrozbahîyên Newrozê li Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene û jimareke bajarên din, di bin tedbîrên xurt yên ewlekarî hatine kirin.
AP ji zarê ajansa dewleta Tirk ragihand ku 22 kes li Stenbolê, bi sedema propogandaya piştgirîya serhildayên Kurd hatine binçav kirin.
Li Îzmîr û Edene jî, herî kêm 26 kesên din hatin binçav kirin û li Elihê (Batman) jî polêsan, bi sedema ku bê destûr e, pîrozbahîya Newrozê qedexe kir.
Tevî ku gelek kes Newrozê wek hatina biharê dibînin, Kurd Newrozê wek xwedîderketina nasnameya xwe û sembola tekoşîna bo mafên xwe yên netewî dibînin.