Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Hollanda Biryara Normalkirina Peywendîyan Didin


Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Înê ragihand ku Tirkîye û Hollanda hevbîr bûn ku peywendîyên xwe bînin asta normal.

Wezaretê ragihand ku biryar di axaftina telefonî ya Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û hevtayê wî yê Hollandî Stef Blok hate girtin.

“Di axaftina telefonê de her du wezîr biryar da ku peywendîyên dîplomatîk werin normal kirin û balyozên li Enqerê û Den Hag di demeke kin de dest bi karê we bikin.”

XS
SM
MD
LG