Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Tirkiyê ya Hevdîtinên ligel Ocalan Taktîka Hilbijartinê Ye yan Hewildanên Vegera Aştî Ye?


Roja Pêncşemê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul bi şêweke fermî ragihand ku qedexeya li ser hevdîtinên parêzerên Abdullah Ocalan,rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê li girava Îmrali girtî hatiye rakirin.

Tirkiyê berî 8 salan qedexe danîbû ser hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re, rê ne dida parêzer bo encamdana dîdaran herin Îmrali.

HDP û parêzerên Ocalan wê biryarê weke mafekî rewa yê her girtîyekî dibînin ku parêzerên wan ew maf hebe herin girtîgehê wan bibînin.

Çavdêr wiha dibînin ku ev yek ji sedema girevên birçîbûnê derketîye, yên zêdetirî 3 meh in li Tirkiyê û li gelek welatan li cîhanê, bi armanca rakirina dorpêça li ser Ocalan destpê bûne.

Herwiha hin şirovekar weha dibînin ku dibe taktîk be AKP û serok Recep Tayyîp Erdogan bo bidestxistina dengên Kurdan bo dubare hilbijartina Stenbolê bikar tîne.

Li aliyekî din tê gotin ku dibe destpêka hewildanan be, bo car dî destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê.

Bi armanca gotbêja li ser vê mijarê bernama "Hello Washington" her du hêja Newroz Uysal Parêezra Rêberê PKK'ê Ocalan û Dr. Abdullah Kirin, şirovekar û mamostayê zanîngehê mêvan kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:46 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG