Lînkên eksesibilîtî

Cîgîrê Serokê Koma Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mustafa Elîtaş îro Înê dîyar kir ku Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkîyê dê were dirêj kirin.

Elîtaş da zanîn ku ewê roja Duşemê, di kombûna Civata Ewlekarî ya Neteweyî (MGK) de ser dirêjkirina OHAL’ê biaxifin.

Piştî MGK pêşnîyaza dirêjkirina OHAL’ê bide ewê mijar di Civata Wezîran de were nirxandin.

Bi pejirîna li Civata Wezîrên, dê bernivîsa dirêjkirina OHAL’ê bo biryara dawî here Meclîsa Tirkîyê.

OHAL, piştî hewila darbeye ya 15’ê Tîrmehê, di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû ragihandin û berî niha jî 4 car hatibû dirêj kirin.

XS
SM
MD
LG