Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Sûrîyê Operasyonên Tirkîye yên Dijî HSD Didomin


Dîmanek piştî êrîşekê esmanî yê Tirkîyê ser depoyeke petrolê li nêzî bajarê Qamişlo, Sûrîyê, 23.11.2022
Dîmanek piştî êrîşekê esmanî yê Tirkîyê ser depoyeke petrolê li nêzî bajarê Qamişlo, Sûrîyê, 23.11.2022

Karbidestekî wezareta berevanîyê ya Tirkîyê roja Çarşemê ragihand ku operasyonên artêşa Tirkdijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bakurê Sûrîyê berdewam dikin.

Lê, wî di derbarê cîh yan heremên ku artêşa Tirk li bakurê Sûrîyê dike armanc, agahî neda.

Karbidestê Tirk ev daxuyanî da Ajansa Reutersê, rojek piştî ku fermandarê giştî yê HSD Mazlum Ebdî û serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şera li Şamê ser tevlîbûna saziyên dewleta nû ya Sûrîyê peymanek îmza kirin.

Heman karbidestî ser peymana HSD û hikûmeta nû ya Sûrîyê ya 10 Adarê jî dîyar kir ku Tirkîyê "bi hişyarî geşbîn e".

Wî anî ziman ku Enqere dixwaze pêşî bibîne ka wê peyman çawa were bicîh kirin û got ku HSD "berê jî soz dabûn, loma em li vir bicîhkirinê dinêrin ne li dîyarkirina nêtê."

HSD piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê serwer e, hevpeymanîyek e ku Kurd pêşengîya wê dikini û ew di şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de li Sûrîyê hevbenda serekî ya Amerîka ye.

Tirkîyê HSD’ê wek komêk giredayî PKK’ ê dibîne û dibêje ew jî rexistineke terorîst e, lê HSD vê tawanbarîyê bi tundî red dikin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê pêşwazîya peymana HSD û hikûmeta nû ya Sûrîyê kir û got ku "wê xizmeta aştiyê bike".

Navenda Ragihandinê ya HSD îro Çarşemê daxuyanîyekê weşand û got ku Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayê wê di meha sêyê de êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bênavber bi her cure çekan didomînin.

HSD got ku Tirkîyê di êrîşan de tevî firokeyên şer, dron û çekên giran, her cure çekan bi kar tine.

" Li enîya Bendava Tişrînê, artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê duh Sêşemê bi çekên giran gundên bendavê û derdora wê topbaran kirin. Hevdem, firokeyên şer yên artêşa Tirk ya dagirker gelek êrîşên esmanî birin ser gundê Xirbet El-Zemala yê gundewarê bakurê bendavê, di encamê de ziyanên madî çêbûn," HSD got.

HSD rave kir ku hezên wê 4 dronên Tirkîyê xistinê xwarê.

Di daxuyanîya HSD’ê hat eşkere kirin ku firokeyên şer yên Tirkîyê gundê Gasq yê girêdayê Pira Qereqozaqê bomberan kirine û di encamê de ziyanên madî çêbûne.

"Herwiha artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê gundên El-Tîna, Cedah, Bîr Hisso, Gasq, Dekan, Melha û El-San’a û Girê Sefî û Girê Qereqozaq bi zêdetirî 80 topên hawanan topbaran kirin û di encamê de li mal û milkên sivîlan ziyanên madî çêbûn, " HSD got.

HSD dîyar kir ku hêzên wê bersîva êrîşên rasterast yên Tirkîyê û komên girêdayê wê dane; êrîş birine serr bingehên artêşa yên li derdora Pira Qereqozaqê û di encamê de 4 leşkerên Tirk birîndar bûn, 2 sîstema radarê, wesayîteke zirxî (BRDM) û kepçeyek zirxî hatine rûxandin.

"Li enîya Dêrehaferê, dronên keşfê yên dagirker duh tevahîya rojê li ser herêmê firiyan,” HSD got.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî iro ragihand ku êrîşên Tirkîyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê berdewam dikin.

SOHR rave kir ku "HSD 4 dronên Tirkîyê, dema ku li derdora bendava Teşrîn, pira Qerrah Quzaq û Dêr Hafer li gundewarê Helebê difiriyan, xistin xwarê."

Çavderîyê got ku îro serê sibeha Çarşemê firokeyên şer yên Tirkîyê derdora bendava Teşrîn û pira Qerrah Quzaq û çeperên Sarînê yên li gundewarê Kobanê bombebaran kirine.

Li gor ragihandina jêderên SOHR'ê "li herêmê dengên teqînên li pey hev hatine bihîstin, lê di derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatine bidest xistin. "

SOHR dîyar kir HSD jî li nêzî pira Qerrah Quzaqê dijî hezên Tirkîyê êrîşên dronî kirine û gelek leşkerên Tirk birîndar bûne.

Çavderîyê ye bal kişand ku zêdebûna êrîşên esmanî û pevçûnên di navbera HSD û komên "Artêşa Netewî" de li enîyên cuda li gundewarê Helebê hevdemî pêk hatine.

Jêder: Reuters, SOHR, Navenda Ragihandinê ya HSD

XS
SM
MD
LG