Dadgeheke Tirkîyê îro Duşemê 4 rojnamevanên rojnameya Ozgur Gundem ya ku niha weşanê nake, bi tawana terorîzmê cezayên girtigehê mehkum kir.
Parêzerekî wê dozê ji Reutersê re got ku ev cezakirin helwesta sîyasî ya dadgehê nîşan dide.
Rojnameya Ozgur Gundem yek ji zêdeyî 130 dezgehên ku ji hêla hikûmeta Tirk ve piştî hewla darbeya leşkerî ya têkçûyî ya Tîrmeha 2016'an, hatibû girtin e.
Dewleta Tirk, piştî hewla darbeya leşkerî ya têkçûyî ya Tîrmeha 2016'an rewşa awerte ragihandibû û herwiha bi sedan rexistinên civata sivîl û ragihandinê girtibû.
Hevalbendên rojavayî yên Enqere û komên mafên mirovan hikûmeta Tirk jibo wan gavên hikûmetê bi sedema binpekirinên pîvanên mafên mirovan, rexne dikin.
Zedetirî 20 rojnamevanên Ozgur Gundem, di sala 2016’an de di çarçoveya lêpirsîneke ku bi îdaya têkilîya wan kesana bi mîlîtanên Kurd re hene, hatibûn desteser kirin.
Wê demê, dadgehê bi sedema ku rojnameya Ozgur Gundem propagandaya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, girtibû.
PKK ji hêla Amerîka û Yekîtîya Ewrupa ve mîna rêxistinek terorî tê nas kirin.
Parêzerê rojnamê Ozcan Kiliç ragihand ku Eren Keskîn, çalakvanek maf û edîtora rojnameyê, digel du karbidestên din yên Ozgur Gundem, bi tawana endamtîya rêxistinek terorîst bi şeş sal û sê meh cezaya zindankirinê hatine ceza kirin.
Hevdem, parêzer Kiliç dazanîn ku Zana Bilir Kaya, hev-edîtorê din, bi tawana belavkirina propagandaya terorîzmê bi du sal û meheke hatîye ceza kirin.
Kiliç ji ajansa Reuters re got ku ew bawer dike ku biryar li gor dozên din yên bi vî rengî sî yasî û dijwartir e, û ewê îtîraz bike.
“Dadgehê biryarek pir tund da. Em bawer dikin ku ew bi geşedanên operasyona li bakurê Îraqê ve têkildar e. Dadgeh di bin bandora pevçûnan de ye, ” Kiliç got.
Hejayê balkişandinê ye ku rojnameya Ozgur Gundem bi gelemperî ser şerê PKK yê li başûrê rojhilata Tirkîyê ya ku bi giranî Kurd dijîn nûçeyan radigihand û jiber vê yekê rûbirûyê lêpirsîn, ceza û girtinan, ma bû.