Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Destûrnameya Sedan Parêzeran Nayê Dayîn ku Ew Bikaribin Bixebitin


Li Tirkîye bi sedan parêzerên stajyer jiber lêpirsîn û dozên dijî wan yên didomin, yan nikarin destûrnameya parezerîyê bigirin yan jî destûrnameya wan tê betal kirin.

Jiber ku ev dozan bi salan didomin, ew nikarin karê parêzerîyê jî bikin.

Destûrnameya parêzeran ji alîyê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê (TBB) ve tê dayîn. Lê Wezareta Dadê ya Tirkîyê jî jiber dozên didomin bi sedema qanûna parezerîyê xala 5/3 dikare nehêle destûrnameya parêzeran were dayîn.

Li hember vê yeke, baro dikare dijî daxwaza Wezareta Dadê bisekine û destûrnameya parêzeran bide, lê dîsa jî Wezareta Dadê dikare destûrnameya parêzerîyê hilweşîne.

Ev yek jî di nava sazî û rexistinên hiqûqê de dibe sedema nerazîbûnan.

Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD), Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD), Koma Parêzerên Nûjen, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) nedayîna destûrnameyan dijî karîneya bêtawanîtîye dibînin.

Tîmuçîn û Kinali
Tîmuçîn û Kinali

Vîyan Kinali û Yagiz Tîmuçîn jî jiber dozên di derheqa wan de yên didomin, heta niha nekarîne destûrnameya xwe bistînin.

Tîmuçîn, qanûna parezerîyê xala 5/3 dijî makezagona Tirkîyê dibîne û dibêje ev domandina êrîşên dijî mafê parastînê ye.

“Ev qanûn berî niha jî di makezagona Tirkîyê de cîh digirt, lê piştî sala 2015’an bi sedemên sîyasî tê bikaranîn. Ew nehiqûqî ye.”

Kinali jî jibo nedayîna destûrnameyên parezerîyê dibêje ku ew encama êrîşên bin banê tekoşîna dijî terorê dijî maf û azadîyan e.

“Dema xwendina zanîngehê de jiber çalakî û daxuyanîyên demokratîk de ew doz hatine vekirin û em nikarin niha destûrnameyên xwe bistînin. Me serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn kiriye û li hevîyê ne ku destûrnameyên xwe wergirin û dest bi parêzerîyê bikin.”

MEB_16_10_20_Desturname_Parezer_Stajyer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG