Firokên cengî yên Tirkiyê îro Sêşemê bingehên şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Qendîlê kirin armanc.
Ev yek di demekê de tên ku bi kêmî ve 14 endamên polîsê Tirk di êrîşeke ser otubusekê de hatin kuştin.
Karbidestên Tirk got, bêtirî 40 firokên cengî beşdarî operasyonekê bûn ku 6 demjimêran dirêj kir. Medyaya dewletê jî ragihand ku dora 40 şervanên PKKê di wê operasyonê de hatin kuştin.
Ev şeva duyê ye ji êrîşên esmanî, ji dema ku şervanên PKKê 16 leşkerên Tirk bi bombeyeke li rex rê kuştibûn.
Ew êrîşa Yekşemê ya herî kujer bû ji aliyê PKKê ve, ji dema ku tundûtûjî di navbera her du aliyan de li Tîrmehê careke din destpê kiriye.
Êrîşa îro Sêşemê jî li ser otubusê li devera Îdirê ya rojhilatê Tirkiyê pêk hat û guman heye şervanên PKKê wê êrîşê kiriye.
Kempeyna nû ya Tirkiyê dijî PKKê, hinek hişyarî ligel xwe ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewrupayê ve anîye holê. Her du alî dibêjin, mafê Tirkiyê heye ku berevaniya xwe bike, lê divê ew yek bi awayekî “rêjeyî” be.