Wezareta berevanîya Tirkîyê operasyonele leşkerî li Herêma Kurdistanê destpê kir bi rêya asmanî û pejayî û bi beşdarîya hêzên asmanî û yên pejayî li deverên (Zab, Ava Şîn, Metîna Heftenînê).
Vê operasyonê bi beşdarîya firokên F16 û helîkopteran destpêkirîye li şeva 4/17/18 deverên Zab, Ava Şîn, Metîna Kore jarî, Şkefta birîndaran ser bi qeza Amêdîyêve bi dijwarî topbarankirin.
Merem û armanca vê operasyonê girtin û têkdana baregayên partîya karkerên Kurdistan PKK Êye , ew dever bi hebûna baragayênPKK tên nasîn û Tirkîyê dixwazît bi rêka leşkerî wan deveran kontirol biket û baregayên xwe yên leşkerî lê danît her wekî li deverên Kanî masê , Amêdî ,Sîrê, Zaxo, Berwarî bala danayin.
Evê operasyonê û topbarankirinê alozî û ne aramî bo xelkê deverê peydakirîye û dem demê çandin û sexbêrîkirina rez û bîstanaye lê çi welatî nikarin biçin ser gund û milkên xwe ji ber dijwarîya topbaran û şeran li wan deveran.
Li ser vî şerî bi taybet li Zabê di daxuyanîyên leşkerê Tirkîyê da bi taybet daxuyanîya wezîrê berevanîya Tirkîyê Xelosî Akar goot (ku me hemi armancên xwe div ê operasyonêda bi cih kirine).
Di layekê dinda çapemenîya hêza parastina gel HPG li ser vê operasyonê di bê jin di şerê pejayîda dema leşkerî Tirkîyê di xwast li Zbê û Şkefta birîndaran pêşveçûnê bikin me 8 serbazên wan koştine û neşyan bigehin armancên xwe.
Niha taku diristkirina vê raportê şer û bi hevçûn li deverên Zab,Ava şin,Çîyayê Korejarî djwarin û firokên Tirkîyê berdewamin li ser bordumankirinê.
Reven Goherzî rojnamevan û yek ji xelkê devera Amêdîyê dawî zanyarî li ser vê operasyonê dane dengê Amerîka û got (leşkerê Tirkîyê bi rêya helîkopterên serbazî leşkerê xwe li Çîyayê Lînkî li hindavî gundê Hêtotê xwecihkirîne)
Cihê amajêye taku niha li ser vê operasyona leşkerê Tirkîyê bo deverên coda coda li herêma Kurdistanê hikometa herêma Kurdistanê bê deng maye bi taybet eve heftîyeke dever bi temamî ji layê Tirkîyêve tê bordumankirin.
Dîsan dixwazim bêjim ji sala 2019 were eve pêtir ji 39 welatîyên sivîlên devera Amêdîyê ji egerê bordumana Tirkîyê cane xwe ji dest dane.