Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Dayîkên Girtîyên Nexweş Çalakîya Rûniştinê Pêk Tînin


Li zîndanên Tirkîyê di nava hefteyekê de 6 girtî, ku piranîya wan nexweşên giran bûn, canên xwe ji dest dan.

Li bajarê Wanê hin dayîk jibo ku zarok û endamên malbatên wan yên girtîyên nexweş, were berdan ev 13 roj in çalakîya rûniştinê li baroya Wanê pêk tînin.

Endamên Wekfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV), Komala Mafên Mirovan (ÎHD) Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) û Baroya Wanê piştgirî dan çalakîya dayîkan û preskonferansek li dar xist.

Di daxuyanîyê de salvegera ‘Operasyona Vegera Jîyanê’ ku di 19’ê Berfanbara 2000’ê de li dijî 20 zîndanan pêk hatibû hat bîrxistin ku di encamê de 32 kes canên xwe ji dest dabûn.

Sekreterê TÎHV’ê Coşkun Ustercî got ku piştî wan bûyerên xemgîn tevî wezareta dadê hin guhartinên rêziknameyên zîndanan kir jî, dîsa heman rewş heye û zîndanî tên îzole kirin.

“Ji sala 2000’an vir ve tecrîd û îzolasyona ser girtîyan, bi heman şiklî berdevam dike. Em vê yekê herî zêde li zîndana Îmralîyê dibînin. Girtîyên wê derê ev demek dirêje jiber astengîyan nikarin li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtin bikin. Em wek mafparêz carek daxwaz dikin ku bila li tevahîya zîndanên Tirkîyê îzalasyon were dawî kirin.”

Aslîhan Tîmur ku ev 13’ê roje li avahîya Baroya Wanê bo berdana kurê xwe Botan Tîmur yê nexweş çalakîya rûniştînê pêk tîne, wiha axifî.

“Ev çend roj in, ji zîndanan tarmê girtîyan derdikevin. Em naxwazin zîndanîyên xwe mirî wergirin, me dixwazin wan sax wergirin.”

Dilşa Alkan ku bo hevjînê xwe beşdarî çalakîyê bûye, got ku hevjînê wê bi hejmarek nexweşîyên giran re rûbirû maye.

“Li zîndanan girtî baş nayên derman kirin, jiber wê ez daxwaz dikim ku cezayê hevjînê min were başvedayîn û serbest were berdan daku em wî derve baştir derman bikin.” Alkanê got.

Li gor rapora ÎHD’ê ya di 2020’an de 94 girtî ji ber nexweşîyên giran û rewşa xirab ya zîndanên Tirkîyê canê xwe ji dest dane.

Herî dawî jî di nava hevtîyekê de Garîbe Gezer, Bangîn Muhammed, Abdurrazak Suyur, Halil Guneş û Îlyas Demîr li zîndanên Tirkîyê jîyana xwe ji dest dan.

Di heman hefteyê de Salîh Togrul ku jiber nexweşîyê cezayê wî paşve hatibû dayîn û ew hatibû berdan, wî jî canê xwe ji dest da.

AA_19_12_21_Çalakîya Rûniştinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00

XS
SM
MD
LG