Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Dronî ya Tirkîyê de 4 Sivîl li Nêzî Qamişlo Birîndar Bûn


Di encama êrîşê de 3 jin û şifêrê otombîlê birîndar bûn û rewşa birîndaran baş e.

Îro Pêncşemê firokeke bê pîlot otomobîleke sivîlan li nêzî seyrangeha Faroj ya ser rêya navbera Qamişlo û Amûdê armanc kir û di encama êrîşê de 3 jin û şifêrê otombîlê birîndar bûn.

Birîndar ev in Dalya Şêxmûs (20 salî), Roza Hemo (38) û Munîfe Hemîd (33) tevî şofêrê otomobîlê Lezgîn Abîd (35) salî ye.

Birîndar niha li Nexweşxanya Ferman ya li Qamişlo têne derman kirin. Yek ji birîndaran Roza Hemo ji Dengê Amerîka re got ku ew jiber dengê peqînê matmayî ma û paş re ew hate veguhestin nexweşxanê.

Daliya Şêxmûs jî ku di lingê xwe de birîndar bû ye dibêje ku dema teqîn qewimî ew ji ser hişê xwe çû û xwe li nexweşxaneyê dît.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye pir caran êrîşê dronî li ser herêmên bin kontrola Kurdan li Sûrîyê dike û Rêvebirîya Xweser her du hêzên koalîsyona navdewletî û Rûsya berpirs dibîne ku pêşîya wan êrîşana bigire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00
XS
SM
MD
LG