Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cavuşoglu: Em bi Peymana Kirîna Sîstema S-400 Pêbend In


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Înê got ku Tirkîyê dê bi peymana ligel Rûsya ya kirîna sîstema berevanî pêbend e.

“Me bi Rûsya re li hev kir û peymanek îmza kir. Peyman zindî ye û em gotûbêj dikin ku sîstem kengî dê were teslîm kirin. Betalkirina peymanê ne di rojevê de ye,”Çavuşoglu di civîna ligel hevtayê xwe yê Rûsî de got.

Tirkîye şîrikeke çêkirina firoka şerker ya F-35 e ku nirxê wê bi trîlyon dolar e. Amerîka dijî kirîna Tirkîyê ya muşekên S-400 ya Rûsî ye, bi sedema ku ew system jibo firokên F-35 xeter e.

Senatorên Amerîkî roja Pêncşemê pêşnîyareke hevbeş pêşkêş kiribûn ku firotina F-35 ji Tirkêyê re asteng bike, heta ku Enqere radigihîne ku ewê muşekên S-400 yên Rûsî nekire.

XS
SM
MD
LG