Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Daxwaza Radestkirina 18 Bergumanên Saudî Dike


Wezareta Dadê ya Tirkîyê îro Înê ragihand ku dozgerîya Stenbolê ku lêpirsîna kuştina rojnamevan Cemal Xaşikcî didomîne, îro ji Erebistana Sudî xwest ku 18 bergumanên ku tev li kuştinê bûne, radestî Tirkîyê bike.

Rîyad dabû zanîn ku wek beşeke ji lêpirsînê, 18 kes hatine desteser kirin û 5 karbidestên hikûmetê ji kar hatine dûrxistin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bang li Erebistana Saudî kiribû ku bergumanan jibo dadgehkirinê vegerînin Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG